56
Di dilê xwe de navê te çand
Hiş min bo te ji xwe firand
Can û ceger bo te qeland
Ta ji min re bibe pişt
Bav û bira min dan alî
Xwîn û xûner ji bo te kelî
Ta ez giham li vî halî
Ta ji me re bibe pişt
Gava tazî êrîş kir min
Kuştin peya zarok û jin
Dikir qêrîn wax wax li min
Ta ji me re bibe pişt
Ez nizanim ger ji tem e
Xwestek im ji dilê te me
An ez gotinek vala me
Ta ji me re bibe pişt
Ger bi rastî tu dixwazî
Tu dadmend û mêrxwezî
Xwedanê hêvî û nazî Ta ji me re bibe pişt