LÊKOLÎN Û GOTAR Efrîn Hawareke Kurdî ye…!

Efrîn Hawareke Kurdî ye…!

Author
54 nêrîn
A+A-
Reset

Ez dixwazim li ser doza Efrînê bi awayekî cuda rawestim. Berî her tiştî, ev doza ne ya xelkê Efrînê tenê ye. Ev doza netewa kurdî bi tevahî ye. Eynî ku Efrîn bajarekî Kurdistana Rojava ye, lê wateya wê ya kurdewerî hîro bûye ya hemû Kurdan e.

Dewleta Tirkiyê gîşt bawerîyekê ku gelê Kurd di vê serdema nû de derkete hişyarîyeke netewî ya zanistî. Ev Kurdana ne zarokê êlan in û ne zarokê îslamê ne. Ew xudan istratîjîyeke netewî ya nûdem in. Ev istratîjîya nûdem, di piraktîkê de li Rojava ava dibîye. Lewra regezperestên Tirkan bizdîyan. Ji berku ew dizanin li ser zemînê Kurdan rûniştî ne, û nikanin vê tevgera kurdî ya zanistî vemirînin, wekî ku di dîrokê de berxwedan û şoreşên kurdî vedimirandin. Lewra xwestin ji Kurdistana Rojava despê bikin, bi taybetî ji Efrînê.

Efrîna ku em nas dikin

Kî kane jibîr bike ku Efrîn di bin deshilatdariya kurdî de ji herêmên kurdî yên din bi lezgînî di ware kurdewerî de pêşta dihat. Di ware zimên, kultûr, hemû rengê hunerî û di vejîna floklora kurdî de. Niştecîyên Efrînê sedî nod Kurd bûn. Di her gundekî Efrînê de floklora kurdî bi salan rewze bûye. Em dizanin folklora kurdî li Efrînê ji ya Kobaniyê û ji ya Qamişlo zengîntir e. Nivîskarê fransî Lîsko bi Celadet Bedirxan re Destana “Memê Alan” ji gelê Efrînê wergirtin. Lîsko pirtûkeke çîrokên kurdî yên efsangerî di sala 1937 de li Beyrûtê çapkir. Ev çîrokana giş ji devê gelê Efrînê wergirt. Li Her gundekî Efrînê mirov kana bi sedan çîrokên gelêrî kom bike. Xelkê gundên Efrînê tiştek ji kelepora erebî tevlî floklora xwe nekir. Taybetmendîya civaka erebî ya îslamî bandora xwe li xelkê Efrînê pir kêm bû.

Jina Efrînî ne wekî jinên Kobaniyê û yên Qamîşlo bindest bûn. Berdana jin û mêran di civaka kurdên Rojava de ji Efrînê despê kir. Li herêma Efrînê êletî nine. Xelkê Efrînê ev qonaxa derbegî derbas kirin. Ew gihîştin qonaxa malbatî wek bingeha pêtaga netewî ya kurdî ye. Li Kobanîyê, li Qamişlo û li gundên wê deverê bandora ramanên êletî û îslamî ta niha du asteng in li hember rewzebûna netewîtîya kurdî. Xelkê Kobaniyê bi tevahî dabeşî êlên kurdî dibin. Di paş hişmendîya Kurdên Kobanîyê û yên Qamişlo de êlekê konê xwe vegirtîye. Di eynî demê de Kurdên Kobanîyê wekî Kurdên Efrînê ne wîqas dîndar in. Ew demeke dirêj bi Ermeniyan û Suryanan re dijîyan. Lewra bi çavê olî li wan nedinihêrîn. Malbateke olî ji Qamişlo (Mala Seyda) hat Kobanîyê, û bi piştgiriya Bekan mizgeft lêkirin û xelk bi ola îslamî de girêdan.

Xwendevanên Efrînî ji herêmên Rojava yên din bihitirbûn. Keçên Efrînê di çarika despêka sedsala pîstan de pêşeng bûn di ware xwedin û di karmendiya dewletê de.

Di bin rêveberîya kurdî de, piştî 2011, Efrîn di hemû warî de bi lezgînî pêş de diçû. Bi taybetî di warê zimên, wêje, hûner û folklorê de. Girûpên zarok û ciwanan di warê mûzîk, stran û govendê de derketin holê. Ku Efrîn ta niha di bin desthilatdarîya Kurdan de bûya, dê bibûya pêteke netewî ya kurdî ji bo gelê kurd bi tevahî re. Dê bibûya Parîsa Kurdan di hemû warî de.

Çima dewleta Tirkîyê Êrîşe Efrînê kir?

Ku em sedemên siyasî yên armancnêzik deyînin alîyekî, emê armanca deleta tirkîyê ya stratîcî baş bibînin. Xuya bû ku dijminê Tirk ji gelek partî û rewşenbîrên kurd bihtir û kûrtir dizanibû ku dê Efrîn bibe nimûneyeke kurdî û hêvîya netewî li tevahîya Kurdistanê geş bike. Felsefevan û ramyar giş tekez dikin, ku vejîna netewekê û nûjena welatekî ne bi avakirina avahîyên mezin e, ne bi rêyên fireh û dirêj in, belam berî her tiştî bi hişmendîya zanistî ye.  Mirovekî Gelhû (cahil) li paş maseyake nû li ser kursîyek nû rûne ew qet nabe rewşenbîr û zanyar.

Rastîya ku hinek Kurd xwe ser re çedikîn, wekî ku nabînin, dewleta Tirkîyê ne bes ji mafê Kurdan li Tirkîyê ditirse, belam ji mafê Kurdan li her parçeyên Kurdistanê yên din jî ditirse. Gelo çima?

Em çîşkî paş de vegerin. Gava Emerîka êrîşe Êrakê kir, dewleta tirkîyê nehîşt artêşa emerîkî di Tirkiyê re derbasî Êraqê bibe. Ji berku Êraqa Seddamî hevkarê Tirkiyê bû dijî gelê Kurd. Tirkên regezperest di mafê gelê Kurd de tinebûna xwe dibînin. Ew dizanin ku wan Kurdistan dagirkirîye, û ku gelê Kurd mafê xwe bistîne, dê Kurdistana başûr ji dest wan derkeve. Wê çaxê, dê Tirkî bibe welatekî biçûk û xizan. Hinek Kurdên me vê rastîyê nabînin. Lewra li êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê nihêrîn wekî ku di navbera partîya PYD û dewlata Tirkîyê de ye. Û madele ew dijî PYD ne, di berjewendîya wan de ye ku Tirkî desthilatdarîya PYD hilweşîne. Lewra di hemû warî de biştgirîya dewleta Tirkîyê kirin. 

Ev ramangerîya van Kurdan ji ku hat? Ew ne ji ti derên dûr hat. Belam ji dîroka kurdî bixwe hatîye. Em dizanin ku sedema bingehîn ya rûxandina berxwedan û şoreşên kurdî dî dîroka me de, ramangerîya êlî û ya ola îslamî bû. Vê ramangerîyê nehîşt ramana kurdî ya netewî ava bibe. Kurdên ku destê xwe, li sermaseyê û di bin maseyê de dan dewleta Tirkîyê ji bo êrîşa Efrînê, ew zarokê ramangerîya êlî û îslamî ne.

Gava nezanî li kesekî qert dibe, êdî bê sûd e tu wî fêrî zanistîyê bikî. Ji berku deriyê sewdanê wî (aqil) zingarî bûye û êdî venabe. Hinek siyasetmedar, partî û rewşenbîrên me weha ne. Alîyê dîroka Kurdî ya reş di mejîyê wan berdewam xwe nû dike. Lewra bi dilsarî li hember tracîdîya Efrînê rawestîyan û ta niha radiwestin.

Kurdewerîya rastînî ya her kurdekî bi doza Efrînê de hat girêdan. Ên di tiracîdîya Efrînê de pişta xwe dan hawara wê û ta niha weha dikin; çi siyasetmedar bin, çi partî bin, çi rewşenbîr bin û çi rojnemevan bin, tiştekî kurdewerî di wan de nine. Bira bi dirişman, bi stranan, bi helbestan, bi komcivînan, bi alan û  wêneyan gelê Kurd nexapînin. Efrînê rastîya her Kurdekî derxist ber çavan. Welatparêz û bazirganên siyasî yên Kurd ji hevdu cudawaz kir. Ti carî mirovekî ku xinizî (xiyanet) bi gelê xwe û welatê xwe re dike nabêje ez xiniz im. Heta li ber sêpîya dardakirinê ku ben dikeve istîyê wî, nabêje ez xiniz im. Lê gel dizane û dîrok wî dike beşa xinizan. 

Efrîn berî het tiştî doza azadîyê ye

Kava bi kûrbînî em li dîrokê vedigerin, em dibînin pir caran dozeke çûk dibe nîşana netewekê. Tekoşîna kurdî li Kobaniyê dijî sawgînên îslamî(terror) û pênce û heşt rojên tekoşîna Kurdan li Efrînê bûn sempola netewa kurdî ya serdemî. Netew ne bes bi serfirazîyê ji netewên din cida dibe, belam bi bîrînên xwe yên tiracîdî jî mora hebûna xwe li rûpelên dîrokê dixe.

Hîro di dil û sewdanê her Kurdekî welatperwer de laşê canfîdaya Kurd  Barîn ê tazî ku sawgînan pêsîra wê bi kêran birî bû rûniştî ye.  Laşê Barînê rastîyekê ji Kurdan re hanî ber çavan. Welat ne bi gotinan ava dibe, gel ne bi dirişman, serfiraz dibe. Belam bi xûnê ava dibe û tê parast in. Me ti gotinên Barînê nebihîstin. Lê wêneya laşê wê berdewam bi me re daxive. Ên welatperwer tenê dengê laşê wê dibihîsin. Lê yên xiniz nabihîsin. Ji berku ew zimanê berxwedanê nizanin, ew zimanê rebenperestîyê tenê dizanin.  

CYRRHUS

Nûçeya dawî

Cyrrhus – Hemû maf parastî ne @2024