Hayko

Author
53 nêrîn
A+A-
Reset

Li sirgûnî yê

Bêhna dûmên

Henaseyên min bernade

Efrîn ji şewitandinê re ye.

   *******

Piştî ev qas dayîn

Bi hêsiran çîroka wê nivîsandin

Dara Zêtûnê.

  ******

Bê çêjin

Kenê gulan

Di beyanî yên

Bihara welatê min de.

  ******

Ew hîn jî…

Xewnan bi aştiyê dibînin

miletekî cengan perekende kir

Û erdhejan û petayan.

   ******

Avdar vegeriya

Û dilê min ziwa ye

Bihareke derewîn e!

  ******

Şaxên rût û tazî

Li badibin

Di barîna xunavê de

Firendeyên welatê min li ku ne?

  ******

Li ser stiriyan pêxwas dimeşim

Bihar li welatê min mir.

  ******

Bi hêsirên xeniqî

Birîna xwe dipêç e

Bi tenê û bê malbat e

Ji erdhejê rizgar bû ye.

  ******

Li ser maseya nanxwarin ê

Ferax semayê dikin

Li ber ritima erdhej ê.

  ******

Di demsala çinîna hinaran de

Birînên min dipişkuvin

Bi rengê gulnar ê

Ti carî baxê min ê talan bûyî

Ji bîr nakim!

  ******

CYRRHUS

Nûçeya dawî

Cyrrhus – Hemû maf parastî ne @2024