46
Şahiyek di bihuşta xwedê de bû…
Roniya di çavan de
Li esîman wek stêrkan cî girtibû…
Germahiyek bê dawî
Di zivistana emir de bû…
Tu zanî çi bû…?!
Qederek di bin hilma zeytûnan de veşertî bû…
Evîna di koşa demsalan de xwe melisandî bû…
Bêdengiyek bi deng bû…
Helbestek di nav porê demê re ,
Tilî gerandî bû…
Stranek heyînê di nav kevalan de bû delalo…!
Te zanîbû çî ye…?!
Bêhna Reyhanên bi destên dayîka min avdaza xwe kiribû…
Hilhatina rojê li welatê min bû..
Ji xwe ew welatê min bû..
Ma niha te zanîbû çî ye…?!
Ew hembêzkirinek li ser Çiyayê Lêlûnê bû…
Te bi destên xwe ji min re ava kiribû…
Hembêzkirinek bê serenav bû delalo!