137
Bi her lêxistineke dilê wê re
Evîneke çêj hinguvîn
Evîneke bîn gulavîn
Ji dilê wê diherike
Hêdî hêdî xwe berdide dilê min
Û hestên min yakayek serxweş dike.
Bi her kenekî wê re
Bihareke xemrevîn
Bihareke şên û dengxweş û çavliken
Ji nav lêvên wê hiltê
Geş dibe
Cîhana min ronak dike
Jiyana min dixemlîne
Û hêviyên min hemiyan divejîne.
Bi her nêrîneke wê re
Perwaneyeke rengîn
Perwaneyeke dilgerm
Ji navbera bijangên wê hişyar dibe
hêdî hêdî
Ew li hawîr giyanê min difire
Û wî her û her
Bi dilşadî
Bi xwe re difirîne.
Bi dengvedana her peyveke wê re
Ferhengeke çelengiyê
Ji gewriya wê derdibe
Xwe berdide guhên min
Û Hemî rûçal û tamarên rehên min
Yên tî
Têr avdide.
Rûxweş Zîvar
04/07/2023