Xeleka Yekem
KURD Û HESTÊN NETEWÎ
Dîroka pêşveçûna gelan diyar dike ku giyanê netewî li ser sê bingehên sereke geş dibe, ew bingeh jî evin: yekîtiya hestan, yekîtiya berjewendiyan û yekîtiya bîr û baweriyan.
Gava ku ev hersê bingeh di miletekî de pêk tên, cudabûnên mezin di navbera nihêrînên kal, pîr, jin, mêr, keç û xortên wî miletî de namînin, ew tev bi hêsanî li ser pirsgirêkên xwe yên giring digihin hev û derdên xwe derman dikin.
Lê vajî wê, eger miletekî hest û bîr û baweriyên xwe yên netewî winda kirin, ew milet jî hêdî hêdî qels û winda dibe, ji ber ku giyanê netewî hîm û navnîşana hebûna netewî ye.
Bi rastî hestên mirov ne tenê bingehên jiyana mirovin, lêbelê, ew nîşanên dîrok û pêşeroja mirovin jî.
Lewra “Gûstev Lubon“ ne şaşe gava dibêje: // Hiş zanînê peyda dike , hest û bîr û bawerî jî dîrokê dajon. //1
Herwiha hemî zana û pêxember jî ne şaş bûn dema ku bi zimanê hestan bi gelan re peyivîn û bîr û bawerî di hiş û hestên wan de çandin .
Bê guman rola hestan di nîrên bindestiyê de mezintir dibe, di wan nîrên ku tê de kolîdarê biyanî çanda gelê bindest tar û mar dike, hestên netewî yên gelê blindest bi hemî hêzên xwe yên siyasî, çandî, hunerî, civakî û aborî ala parastina kultûra xwe ya giyanî bilind hil didin û wê ji xwe re dikin nîşana berxwedan û serbilindiyê.
Vaye lêkolînvanê hindî //Tşato Badixyaya// wê rastiyê zelal dike gava li ser rewşa giyanî ya gelê xwe di nîrên bindestiyê de dibêje: // Ta nimêjkirina ji demboriyê re jî, bûye hêmanekî giring ji hêmanên welatparêziya me, serbilindiya me ya her û her bi kultûra me ya giyanî û berî her tiştî bi felsefa me, hişt ku em di şerê bo azadiyê de bêtir berxwebidin //2
Vêca ka em kurd li xwe vegerin û ji xwe bipirsin: Gelo em di warê parastin û xurtkirina hestên xwe yên netewî de li ku bûn û gihane ku?
Da ku em bersiva vê pirsa jorîn bidin em neçarin ji rewşa gel û welatê xwe de dest pê bikin û bi kurtî wê ronak bikin, pişt re em ê di riya çend nimûneyên berçav re nêrîna xwe derpêş bikin.
Xuyaye çawa ku lord // Kromer // û berdevkê wî yê perwerdeyê //Denlob // didîtin pêwiste ew digel zordestiya aborî û leşkerî, hiş û hestên misriyan jî mîna welatê wan wêran bikin û bingehên afirandinê di wan de bikujin, da karibin // Misrê // demeke dirêj di bin destên xwe de bihêlin, wisa neyarên gelê kurd jî her dem û gav, ji roja Kurdistan parçekirine ta îro hewl didin hest û bîr û baweriyên me jî nola welatê me parçe bikin, ew her û her tovê nakokiyên civakî, çandî û siyasî di her parçeyekî kurdistanê û navbera hemî parçeyan de diçînin, wan bi hezaran siwarên hemîdî û caş û noker di nav me de çêkirin, da ku em tim û tim di şerê hev de berdewam bikin û hestên me yên netewî qels bibin.
Ji wê pêve ew bi şev û roj şerê ziman û hemî kultûra me ya giyanî dikin, çand û stranên me yên netewî wêran dikin, şûnwarên me talan dikin û navên gund û bajarên me diguherînin, ji ber ku ew rola kultûr û hestên netewî baş dinasin û bihîstine ku //Frens Fenon // dibêje:
// Çand berî her tiştî derbirina ji ber neteweyê ve ye. //3, lewra ew dixwazin hemî nirxên me yên hêja tune bikin.
Lê dîroka gelê kurd teqez dike ku dijmin û caş û xiniz çawa bikin, ew nikarin vîna berxwedanê di me de vemrînin,rûpelên dîroka me diyar dikin ku ji destpêka bindestkirina kurdistanê ta niha tu carî kurdan serên xwe li ber kolîdaran neçemandine, şoreş li pey şoreşê, serhildan li pey serhildanê rakirine û bi xwîna şehîdan kultûra xwe ya giyanî û hestên xwe yên netewî avdane, serok û rêberên kurdan jî yên ku xwe ji bo gel û welatê xwe kirine gorî û hatine bi darxistin, rola kultûra giyanî xurt kirine û gencîneyên giranbiha û nirxdar di wî warî de ji neviyên xwe re hiştine, vaye //Şêx Seîd// ê nemir li ber werîsê darvekirinê ji neviyên xwe re, ji hemî kurdan re, serbilindiyê dike diyarî û dibêje: // Ez gihiştim dawiya jiyana xwe û ez ne poşmanim ku ez jiyana xwe di riya welat û gelê xwe de dikim gorî, û besî me ye ku neviyên me ê li hember neyaran bi me serbilind bin. //4
Her wiha ne tenê Şêx Seîdê nemir, lêbelê, hemî şehîdên kurd hestên me yên netewî bi giyanên xwe yên paqij geş kirin û hiştin em serên xwe bi kultûra xwe ya giyanî bilind hildin, şehîdên me heya li ber darên sehpayan jî simbolên kultûra xwe ya giyanî ji bîr nekirin û ji binpêkirinê parastin, Mihemedê Xelîlê Xeto yê nemir jî nimûneyek ji wane, berî wî bibin bin darên sehpayan wî di pencereya girtîgehê re kolosê xwe avête nav hevalên xwe yên girtîgeha raser xwe û got: // Ev kum şerefa kurde bila li bin darên sêpayan nekeve bin lingên leşkerên turk kurên cengîz. //5
Belê her dem serokên me yên nemir nirxekî bilind dane giyanê netewî, hestên kurdayetiyê di gelê xwe de dewlemend kirine û hewldane dagirkerên hemî parçên kurdistanê riswa bikin, // Barzanî // yê nemir jî wê rastiyê di kar û xebatê de pêk tîne gava dibêje: // Em hêvîdarin alîkariya me bête kirin ku em giliyê xwe bighînin rêxistina neteweyên yekbûyî da em siyaseta zordestiyê ya ku çar hukmet: Turkya, Îran, Îraq û Sûrya dijî gelê kurd bikar tînin, protesto bikin. Da ku em perdeya ser rûyên wan hukmetan biçirînin û bobelata gelê xwe yê kurd, ya ku tu milet nikarin barê wê hilgirin û tu bobelat tayê wê nayên, ji cîhanê gişkî re diyar bikin. //6
Eve bi kurtî rêbaza kurdayetiyê, rêbaza serokên me yên mezin: Barzanî, Qadî Mihemed, Şêx Seîd û hemî rêberên me yên nemir, rêbaza ku rewşenbîr û hunermend û siyasetmedarên me yên welatparêz parastine û diparêzin, geş kirine û her û her geş dikin, rêbaza xurtkirina hestên netewî.
Gelo çima hin serek û rewşenbîrên me yên îro ew rêbaz ji bîr kirine û her roj hestên me yên netewî binpê dikin?
Ma ew nizanin ku Giremşî dibêje: // Mirov nikare bê hest siyasetê bi dîrokê ve girêde. // 7
Gelo eger em nikarin îro parçeyên welatê xwe bikin yek, Çima em hestên xwe yên netewî nakin yek?
Çima li şûna em alîkariya hev bikin û sûdê ji hev bibînin, em hev dikujin û ziyanê li hev dikin?
Çima hinek ji me dixwazin yên din tune bikin?
Çima berjewendiyên me yên kesîtî me kor dikin û dihêlin em berjewendiyên xwe yên netewî binpê bikin?
Çima hin kesên me yên nav li xwe dikin serok li şûna ku wek serokên me yên nemir her çax û dem amede bin ji xwe gorîkirina bo gel û welatê xwe, vajî wê, ew dixwazin gel û welatê xwe ji ezîtî û pozbilindiya xwe re bikin gorî?
Çima ….çima….û çima…?
JÊDER:
1- روح السياسة- الدكتور غوستاف لوبون ص1 ترجمة محمد عادل زعيتر – المطبعة العصرية بمصر
2- دور المثالية و التقاليد في الايديولوجيا القومية ص40 –تعريب عدنان جاموس اصدار دار اجماهير الشعبية – تدقيق د. بدرالدين السباعي
3- غرامشي و قضايا المجتمع المدني ص378- ندوة القاهرة 1990 – مركز الدراسات العربية – مؤسسة عيبال للدراسات والنشر – الطبعة الاولى
4-kovara stêr . jimar 21 – sal 1992 – rûpel 44
5-Hesen Hişyar : “DÎTIN Û BÎRHATINÊN MIN“ – rûpel 356
6- الملامح الاساسية لشخصية مصطفى البارزاني القيادية والانسانية – د. عبدالفتاح علي بوتاني – دهوك 1996 مطبعة خبات ص22
7- الثقافة الوطنية / الحداثة – اشكالية الهوية –د عبدالرزاق عيد –ص81-82 –دار الصداقة حلب – الطبعة الاولى 1995