ÇAND Û HUNER Reşzetûn

Reşzetûn

Author
53 nêrîn
A+A-
Reset

Dayê…!

Piştî ji navçûyînê

Di perdesûna biyanî yê de

Winda me!

Li hişkbûna hembêza bavê xwe

Digerim…

Qeytanên bîranînan

Zelalbûna hişê min

Bi dar vedike û bîrêkirin

Giyanê dikuje

Tevî ku avahiyên bilind hene

Lê ez dikim bifetisim

Çenteyên min kêfxweşiyê

Hilnagirin…!

Ne desmalek e ji şaxên zeytûnî

ku hêstiran pê paqij bikim

Ne hewêsiyên Lêlûn û Hawarê

Ku giyan li giyan vegerînin

Weke çiyayekî, ramanên xewnên

min giran bûne

Siba..!

Siba ..!

Ez ê çenteyê zeytûnî û

gulistana bedewbûna xwe

bidim hev

Pêxas vegerim û

herdu pirên ava xwînî

qîtan dadiqurtîne,

derbas bikim…

Kevza wê dûrî biskên keçika min

hişk bûye

Kî yê sermaya bajêr bimalîne?

Ji bilî kurtikê berşîrê min

Ez ê vegerim..!

Dizanim ku tiştek ji kolanên te

Nemaye..

Pîrozahiya te dagîr kirin

Li ser rûpelên bîranînên bi êş

ez ê vegerim..!

Ketina te

Destdirêjkirina li ser te

Qêrînên te

Guhartina dîmenên te

Binaxkirina te ya zindî

Ji nav memikên te

Bihna termên komirî

Bêhn bikim

Çi bikim ez?

Tu tişt agirê bîrêkirina te

Venamirîne..!

Ji bilî ku ez maçekê ji girnijiya

wê pakrewana bênav bistînim

Tabloya wê bi dergehê te ve

Nedaliqandî ye

Ji mêrgên te yên şîn

Bermahiya ariya û miçiqandina

zeytûnên reş

ber hev bikim

Bi hêstirên telaşmayî

hêza çiyayî vedigerînim

Ez ê sermest vegerim..!

Parsa bihna reyhanan ji perdeyên

te yên dirêjbûyî bikim

Bi qasî qulika êmzikê berşîrekî

ez ê binivîsim

Zaravayên ku wateyên

navê te hildigirin

û nayên şîrovekirin

Li ser hewêsên windabûnê

Ez ê serkêş bibim û

xwe komî hev bikim

Da ku hinavên giyan û

hindirê dil gerim bikim..!

Destmêja xwe bi xwêdana

laşê te bikim

Rêgeza nimêja xwe

Di gora te ya pîroz de

Radigihînim..!

Tu…….

Tu dêra min î

Perestgeha min î

Mizgefta min î

Li ser kêliyên bîrêkirinê

xweşiya min î

Bi dilgîrbûn xweşiya te

giyan dagîr dike

Lê ez li biyaniya xwe

winda me..!

Weke perperîkeke winda

Ez ê li te vegerim

Di nav memikên te de

Ez ê bi hewêsên Amanos

şad bibim

Bi dirêjahî, firehî û bilindahiyê

derbasî hembêza te bibim

Weke Siyamed û Xecê

Weke Mem û Zînê

Weke Ferhad û Şêrînê

Weke Cembelî û Binefşê

Ez ê vegerim

Di xurcika min de

Hezar navên dildarên

kesnenas hene

Da ku ehrazên evîna min

Li nav çiya û newalên te

temam bibin

Li ser refikên şermkirinê bigerim

Bi çenteyên bêhêvîtiyê vegerim

Weke jineke evîndar

Vedigerim..!

Ew vexwarina nayê vexwarin

Ji bermahiya şiqitandina darên qutkirî

Vexwim..!

Ez ê werim

Ez ê werim

Da ku giyanê xwe yê windayî û

dilê qelsbûyî bibînim

Weke xanimekê

serê xwe bi qefdên beybûnên

te tac bikim

Dewat li ser şaxên

sindîganê be

Nêrgizên çiya

Ji gulistanên te yên daliqandî

Ber hev bikim

Efrîna min..!

Evîna min..!

Mirî bim, zindî bim

Ez ê vegerim..

Termek bim..

Ez ê vegerim..

CYRRHUS

Nûçeya dawî

Cyrrhus – Hemû maf parastî ne @2024