47
Ka rengên xwe li ser tabloyekî
An li ser sîngê min birijîne
Wêneyekî ji eşq û êșê nîgar bike şêwekaro
Wêneyekî mişt ax û axîn .. tijî hawar û qêrîn
Wêneyekî bûkanî
Wêneyê yara min
Bila bejna wê dara zûtênê be
Tacekê ji bilndiya çiyayê Hawarê bide serî
Şara riwêsî bila bi rêşî û piskulan mîna çemê Efrînê dakeve ser milan
Bila lêv ji rengê gulhinarên Basûtê bin
Çavên xezalî ji komira merxên çiyayê Xwestiya kilde
Pêsîra wê mişt sêv û hurmî bike
Fîstanekî ji hemî nêrgiz û binefiş û sosinan bixemilîne
Navê tablo binivsîne Efrîn.