ÇAND Û HUNER Welato..!

Welato..!

Author
51 nêrîn
A+A-
Reset

Me ne mal ma û ne can ma

Ne canikek ne ciwan ma

Ne hêvî û ne hêvan ma

Em çi bikin li vî warî ?

Her malekê yekî kal ma

An mirdarekî navsal ma

Ne birak û mam û xal ma

Tev sêser bûn ji vî warî

Tevan bar kir bîranîn ma

Kul û derd û bes birîn ma

Behlûl, dîwane û dîn ma

Kiyê hilde xwe vî barî

Bar giran bû bi me şer ma

Zarok mir ji ta û serma

Min pirs kir her kes li ber ma

Kesek ne tayê vî karî

Me ne kar ma, ne karker ma

Ne ew dara ku xweşber ma

Me ne rêkek ne rêber ma

Roj li me bû şeva tarî

Roj û ronî çûn reşî ma

Dilpakî çû, zikreşî ma

Rûxweşî çû rûreşî ma

Venagere qet ti carî

Venagere kok wê dema

Ken û lîsk, şahî û sema

Em ê herin bi van xema

Bi girî, şîn, ah û zarî

Ax û fîxan ne haldema

Dimiçiqe mîna çema

A li min, min kir, a te ma

Gur pezê min û te xwarî

Bi dest guran ketî tema

Mal û milkê me çû hema

Tiştek îro bi me nema

Em perçe bûn parî parî

Em pergende bûne çima

Wek benîşt û mîna şima

Ser zimanê xelkê dima

Navê Kurdê Hind û Arî

Hund û Ewrupî li ku ma

Ji Kurmanc û me kukuma

Me da serê xwe wê kuma

Xişim bi ser me de barî

Xişim hat û tev potirma

Dar û ber hişk bûn ji kurma

Hin duxun hinguv û xurma

Me çand û gand , xelkê xwarî

Xelk pir kenî bi me tama

Genim çû ewîr û ka ma

Têvedan kevirê dama

Me derda û wan vexwarî

Ku wan çi kir, ji wan ra ma

Koçk û dîwan û sera ma

Nav û nîşan û pera ma

Me jî dikir alîkarî!

Jixwe Kurmancê me şaş ma

Dûzî berda firk û kaş ma

Xelk bi pêş xist, ew li paş ma

Kesî negot tu mafdarî

Çav li çek û dabanca ma

Wî kir nekir û încama

Xwe gihandî vê encama

Ku em dibêjin: zordarî

Xelk av da û bi xwe tî ma

Nan û dan da û birçî ma

Berdîwar û hem sêwî ma

Ta ku em kirin vî arî

Agirek li ber maşa ma

Zindî ji me wek laşa ma

Jiyan tev bi Herşaşa ma

Em xopandin ji neçarî

Çare bi dest qeraşa ma

Arvanek li şûn aşa ma

Dengê doşka, reşaşa ma

Bombe û bermîl dibarî

Teqîn û top û gule ma

Ne Îzîdî ne File ma

Li şûn xênî rijale ma

Kobanê kirin diyarî

Diyarî bo Îslaman ma

Dewatek tev bêdîlan ma

Tenê ev lîsk û pîlan ma

Bi rêjîmê û vî Beşşarî

Ji rêjîma rij gemar ma

Toz û kulxan û xumar ma

Kêlpizer, dûpişk û mar ma

Bi me dada vî oldarî

Bi me bû yek Şam û Roma

Em kor dikirin bi loma

Mirov kuştin wan bi koma

Li vê gundî û vê bajarî

Gund û şarê me vala ma

Mîna şikeft û çala ma

Dîlê dost û Hevala ma

Gelparêzê tengezarî

Gelparêzekî wek min ma

Derdora xwe tev dijmin ma

Çendî zimanê min kin ma

Dîsa min bi xwe nikarî

Welato tu bi qiçka ma

Dexla te  jî bi mişka ma

Tenê kevir û kuçka ma

Ne erazî ne cotarî !

Ev bûyerek çû li sêr ma

Dîrok pêr û petilpêr ma

Ji xelkê re xêr û bêr ma

Ji me re jî bes bêkarî.

CYRRHUS

Nûçeya dawî

Cyrrhus – Hemû maf parastî ne @2024