LÊKOLÎN Û GOTAR Xeyaldana kurdan di navbera agahî û bê agahî yê de

Xeyaldana kurdan di navbera agahî û bê agahî yê de

Author
50 nêrîn
A+A-
Reset

Pêşekî:

Berî dest bi nivîsîna xwe bikim fireh li ser çend têgehan rûnkirinê bidem. mebesta min bi xeyaldanê(eltexeyul ew xeyaldan nîne ewa ku helbest pê têne nivîsîn yan ew xeyaldana di jyana her yek ji me de rûdide û hizrên nebaş û yên nerênî digel me de dirust diket.

Ew xeyaldana ez jê behs dikem zêdetir girêdayî pirsên çarenivîsaz, pirsên girêdayî ayîndeyî ji pirsên îcabî bo pirsên nedyar e. Ew  xeyaldane ya di nav takeyên kumelgehê de belav di bît û xelk bergiriyê lê diken û hemî tiştan hemî dîtnan û reftaran di çiwarçoveya wê bîrkirinê de dibînin, ew xeyala wan bo diçît, wênekirina bûyer û rûdanan bi yek araste û yek bînîn! tiştê vê xeyaldanê araste û wêne jî diket, ewe ya kontirolê li ser mêşkê kumelê diket ,min behsa kumela kurdî ye, dema dikevîte bin bandora vê xeyaldanê û arastekirina mêşkê wî, ç j agehî bît yan bê agehî.

Xeyaldana Syasî:

vekoler û romanivîs Emar Hesen, di bêjît: “xeyaldan ji bilî bîrkirinê û hestan, armanceka girnîge ji bo yarîkirinê bi mêşkî, ji ber ku girêdayî ye bi kirdara mêşkî ve, eve bahreka mezin ji silûkê takên destpêkî dest nîşan diket ,ku karîgere bi tiştên derdûrên xwe ve”. Û li cihekê dî jî heman nivîser, dibêjît: “piroseya tewzîfkirina xeyaldanê di biyavê syasetê de, bi mebesta ku ev kesên henê ji derûnê xwe û dîtinên xwe yên taybet li ser kumelgehî dûr bikevin”. dîsan M.M. Haje Kosret, di vî derbareyê de dibêjît: “giropên fişarê curekin ji giropan, evên dizivirine dirustbûna xwe yan peywendîkirina takan yan koman ji komelgehekî bo nav rêzên wan, ji pêxemet kartêkirin li ser syaseta giştî derbarê babetekî”.

Da bizivirîne babetê, me mebest pê heye ji xeyaldanê, aya kurd wek gel zû dikevine bin karîgerî ya giropan û ecindayên derekî? aya ev xeyaldana kurdan, ta çi radeyê şîya ye şoreşên kurdî berev pêş bibet û aya xeyaldana kurdan hokar bûye, ku bi dirêjahî ya mêjûyê kurd tûşî hingaftinan, şkestinan bibn?!

Eve bi xwe çend pirsekin girîng nine, em bizivrîne ser babetên mêjû yî û vane hemiyan bi xeyaldanê û kartêkirina xeyalê li ser takê kurd ve girêbdeyin, ka ev xeyaldana henê ji encamê ecindayeka rêkxistî bûye, yan jî destên ecindayeka derekî di gelda hene.

Kîne xeyaldanê dirust diken?

Ji encamê xeyaldana berî 1991ê, serhildan jê derkeft û eger ew xeyaldan nebaye, da gelek ya bizehmet bît, takê kurd bi hemî texên xwe ve êk dest û êk bîr bûn li ser pirseka çarenivîsaz.

Li qonaxa piştî serhildanê, ji xiyaba rewşenbîr û rewşenhizrê kurd, curekê diyê xeyaldanê yê di nav takê kurd de dirust dibît, dê kurdan berev aqarekê nedyar ve bibe.

Bo bersivdana vê pirsê, ez dê dû qonaxan wergirim, êk: qonaxa berî sala 1991`ê û qonaxa piştî vê mêjû yê û dirustbûna qewarê Herêma Kurdstana nûke. Ji ber ku di van herdû qonaxan de, xeyaldanê karîgeriyeka rastewxwe li ser bîrkirin û arastekirina mêşk û reftara xelkî hebû û ji encamê xeyaldana berî vê mêjû yê, serhildan jê derkeft û eger ew xeyaldan nebaya, da gelek ya bizehmet bît, takê kurd bi hemî texên xwe ve êk dest û êk bîr bin li ser pirseka çarenivîsaz, ku gelekan pê li berjewendiyên xwe jî danan, lê serhildan bo êk ji hokarên berhemê wê xeyaldanê û serkêşên xeyaldana berî serhildanê jî, texa rewşenbîr û rewşen hizir bûn, wek nimûne jî, eger helbestek yan kurte çîrokek li rojnameyekê hatibaye belavkirin, peyvên nava wê helbestê yan kurte çîrokê (çiya, befir, bahoz, lehî, rûbar û..û..htd) di nav de heban, xelkî êkser bi Pêşmerge û berdewamîya şoreşê û berxwedanê û ketina rejêmê ve girêd de, ta eger şanoyek jî hatibaye pêşkêşkirin, xelkî bi heman xeyal bo şoreşê û berxwedanê û Pêşmerge ve girêdi de, stran jî wesa, şêwekarî wesa …htd, û nimûne jî me zor hene, (stranên Tehsîn Taha yan helbestên Mû,eyid Teyib û Ebdulrehman Mizûrî…..) ku eger di nû keda ew helbest û stranê bihêne wergirtin wek şirovekirin,hîç wê ramanê û derbirînê nadin yên berî qonaxa serhildanê didan û xelkî xwe di nav da didît û xeyaldana wî, wêneyekê dî ji şirovekirin û xwendin û xweşî ya di gelda werdigirt.

Kurtî ya min divêt ji van nimûneyan bêjm, evê xeyaldanê mêşkê takê kurd li ser tiştekê kom ve dikir, ew jî divêt guhurînek dirust bît, rejêma Be,s nemînît û kurd bigehîne armancên xwe yên siyasî û neteweyetî û di yekem derfet de, dema sûpayê Îraqê li sala 1990`ê çû ye di nav welatê Kiwêtê de û dagîrkirî û cîhan li ser vê destdirêjiyê li êk komvekirin û hemî bi dijî Îraqê û rejêma Be,s kirine êk berokê şerî, ew bo berhemê wî şerê hevpeymanan digel Îraqê dirust bû, ji bo neçarkirina wê ku ji Kuwêtê derkevît û ewî şerî destpêkir û Îraq kefte di qonaxeka lawazyê de û kurdan evên xeyaldanê ew li ser babetên syasî û neteweyetî êk dengkirîn, xelk li nav bajêran rakir û dest bi serhildanê kirin. Vî xelkî serhildan kir, ji ber ku xeyaldana wî demî ez bi xeyaldaneka îcabî nav dikim, rolê rewşenbîr û rewşenhizra têda yê zalbû û şîyan vê xeyaldanê di nav xelkî da belav bikin, bo babetên neteweyetî berî her tiştekê dî û kurd gehandine eve ev ro em têde, ku em bûne xudanê perleman û hikûmet û herêma xwe ya taybet, nûke kurdan di Îraqê de postê serokomariyê heye, bo nimûne, û dehan postên dî, ku eve bo kurdan renge ji babetên hizir têde nekrî bû hîç carekê.

Li qonaxa piştî serhildanê ku mebesta min bi vê nivîsînê ewe, ez bigehêmê, ji xiyaba rewşenbîr û rewşenhizrê kurd, curekê diyê xeyaldanê yê di nav takê kurd de dirust dibît, dê kurdan berev aqarekê nedyar ve bet, xwe eger babet rêjeyî jî bît. Ji ber ku ev xeyaldana henê wek avrabûneka biçûk ya dihête dîtnê, lê lehiyên mezin ji avrabûnên biçûk peyda dibn û digel lehiyan jî, ter û hişk pêkve dihêne sotn û mêşkê takê kurd berev araste û ecindayên nedyar ve dihête birin. Eger li qonaxekê xeyaldanê kurd berev yekdengî û hizrên neteweyetî ve bir bin, serhildan jê dirust bît, ev ro ew xeyaldane ya bi serê kurdan da dişêkit, xeyaldan ya bûye egerê dû beşkirina kurdan li ser hizrên dînî, ayînî û ta eşîretgeriyê jî.

Li vê re pirsyara xwe ferz diket, aya ev xeyaldana henê tiştekê siruştîiye û ji reftar û ketwarî serê xwe hil di de, yan jî pirseka destkirde û ecindayên derekî di dûv ra hene û serkêşî ya vê xeyaldanê diket? di xwandineka wî de bo pirtûka (xeyala siyasî ya îslamî berî dewletê û piştî wê ya Dr. Hibe Re,ûf Îzet) vekulerê Mexribî (Xesan Şukrî), dibêjît: “dewleta cîhangîrî metirsî ye û berhingarî ya xeyaldana îslamî diket”. û heman tişt piştî serhildanê çi ji valatî û guhanedana siyaseta Herêma Kurdstanê bît, bo babetên ayînî û demukrasyetê yan jî ecendayên derekî di pişt re hebin, cure xeyaldanek yan di nav takê kurd de belav dibît, ez bi xwe bi metirsî dizanim, min behsa bîrkirina neteweyetîye dûr ji bîrkirineka ayînî, ji ber ku ev xeyaldane her tiştê girêdayî mêjû û ziman û kelturê kurdî yê red diket û mêşkê takê kurd bitnê li yek xal senter diket, ew jî dêxîte di navbera dû helbjardeyanda, yan ayîndar yan dije dîn û hîç helbjardeyeka dî bo dirust naket, ku bîrkirineka aqlane bo bûyeran biket, wî jî dîd û bûçûnên xwe hebin, sererayî pêşkeftina nuke, ragehandina nuke, lê li xiyab û bi girîngî ne wergirtina vê pêla xeyaldanê, ku gelek caran bi zîqî jî derdikevît, digel berdewamîya qeyranên syasî û aborî, genc yekem texa civakîne bi vê xeyalê daxbar dibin û evê jî xwandineka têr û tesel divêt û bi axftina mamosteya zankoyê Dr. Fatime Sîd Berrkat, dê bi dûmahî tînim, dema dibêjît: “Huşmendî ya syasî harikari ya aramî ya kumelgehî diket û berdewamî ya jiyana xelkî û têknedana karobarên wî, ku dinyabînîn bo takan xweş û rohin dibît”.

Jêder:

ـ dirase “alxyal alsiyasî” lî Elbahês we Elrîwa,î, Emar Elî Hesen, Rojnameya El,îlaf 3/11/2017.

ـ dewr El,cemaat Elzexit fî El, Emeliyet Sunu Elqerar Elsiyasî fî El wilayat Elmutehîde El Amîrîkiye m.m Haje Kosret, kovara Qelayî Zanist ya zanistî 2017.

ـ elexyal elsiyasî lî el,îslamiyin, Xsan Elkşorî, kovaraMi,minon bila Hidod 1/2011.

ـ fe,alîiyet el,îrşad el,eqlanî el, infi,alî elslokî li tehsîn el we,î elsiyasî we şerih fî el intima elwetenî le da elşebab elcami,î,Dr.  Fatime Se,îd Berekat, el mecele el, misriye li el ilim elnefis el,oklînîkî we el,îrşadî 2018.

CYRRHUS

Nûçeya dawî

Cyrrhus – Hemû maf parastî ne @2024